YPGʹê nasnameyên 8 cangoriyên xwe eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPGʹê nasnameyên şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de  û şervanekî ku dema li ser erka xwe bû şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandina YPGʹê bi daxuyaniyan nasnameyên 8 cangoriyan eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:   

ʺPêngava Bagera Cizîrê di roja 112ʹemîn de bi hemû dijwariya xwe didome. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê bi pêşengtiya şervanên YPG/YPJʹê derbeyên giran li çeteyên DAIŞʹê didin û pêşdeçûna xwe didomînin. Di nava çend rojên dawî de gelek gund û mezra (bajarokê Hajîn jî di nav de) piştî şer û pevçûnên dijwar ji çeteyan hate rizgarkirin.

Li herêmê di encama şer û pevçûnan de 7 hevalên me şehîd bûn. Her wiha hevalekî me jî li Amûdê, dema li ser karê xwe bû gihîşt şehadetê.

Em wek YPG/YPJʹê, ji malbatên van şehîdan re û ji hemû gelê xwe yê welataprêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza şopandina rêya wan careke din dubare dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

POLAT AMUDE

Nasnav: Polat Amûdê

Navê Rast: Feyad Feyad

Navê Dayîkê: Nazimiye

Navê Bav: Zahir

Cihê ji Dayîkbûnê: Amûdê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017 – Amûdê

CEBEL SEDADE

Nasnav: Cebel Şedadê

Navê Rast: Îbarhîm Ewad Hemîd

Navê Dayîkê: Dunya

Navê Bav: Ewad

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Berfanbar 2017- Dêrezor

CUMA HESEKE

Nasnav: Cûma Hesekê

Navê Rast: Xalid El Elî

Navê Dayîkê: Eyda

Navê Bav: Cûma

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrezor

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017 – Dêrezor

ELI HESESKE

Nasnav: Elî Hesekê

Navê Rast: Elî Ehmed Mixlif

Navê Dayîkê: Nûra

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017 – Dêrezor

HEREKOL TIL KOCER

Nasnav: Herekol Til Koçer

Navê Rast: Mehmûd Cûma

Navê Dayîkê: Nûfa

Navê Bav: Mhemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017 -Dêrezor

NUREDIN

Nasnav: Nûredîn

Navê Rast: Elî El Ehmed

Navê Dayîkê: Fattuma

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017- Dêrezor

SEYF SAHIN

Nasnav: Seyf Şahîn

Navê Rast: Hesen Ebdirrehmam El Deas

Navê Dayîkê: Hena

Navê Bav: Ebdirrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Hums

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Berfanbar 2017- Dêrezor

XEBAT SEDADE

Nasnav: Xebat Şedadê

Navê Rast: Mûsa Mihemed Qesab

Navê Dayîkê: Wedha

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Berfanbar 2017 – Dêrezor

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …