Xezeba Firatê: Bajaroka Hemrat Nasra û gundek hatin rizgarkirin  

 BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ –  REQQA – Bajaroka Hemrat Nasra piştî şerê 3 rojan şevê din bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Her wiha şervanên QSD’ê gundê Hemrat El-Belsim jî rizgar kirin.

Pêngava Çaremîn a Xezeba Firatê ku piştî navberek kurt dîsa destpêkiribû bi lez dewam  dike.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şevê din ji bo bajaroka Hemrat Nasra ya 5 km li bakur rojhilatê Reqqa dikeve bi temamî rizgar bikin ketin tevgerê. Piştî şerê 3 rojan şevê din şervanan hemû noqteyên di destê çeteyan de bûn girtin û bajarok bi temamî xistin bin kontrola xwe.

Piştî rizgarkirina bajarok,  şervanan pêşveçûyînên xwe berdewam kirin û berê xwe dan gundê Hemrat El-Belsim. Di encama şerê ku bi saetan dewam kirî de, gund di saet 03.00’an de ji çeteyan hat paqijkirin.

Şervanan li bajaroka Hemrat Nasra û gundê Hemrat El-Belsim dest bi lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin.

Li aliyekî din,  şevê din çeteyên DAIŞ`ê derdora saet 03.00’an hewil dan êrîş bibin ser gundê Baran a ku berî çend rojan hatibû rizgarkirin. Li gundê ku li bakur rojavayê Reqqayê dikeve çeteyan xwestin bi 7 êrîşkarên xwekujî encam bigrin. Şervanan bersiva tund dan û li gund şer derket. Çeteyekî xwe teqand û 6 êrîşkarên din ji alî şervanan ve hatin kuştin. Hewildana êrîşê hat pûçkirin û termê çeteyên hatin kuştin ket destê şervanan.

Di êrîşa xwekujî ya çeteyan û şerê dijwar ê 2 rojên dawî de, 6 şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şehîd ketin

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …