Welatiyên herêma Efrînê cenazeyên Welat û Amir oxir kirin

EFRÎN – Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Welat Bîrhat û şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad ên di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, oxir kirin.EFRIN-MERASEM-SEHID-WELAT-BERHAT ‫(1)‬ ‫‬

Welatiyên herêmê cenazeyê şehîd Welat Bîrhat ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin, berê xwe dan herêma Cindirêsê û li ketina herêmê ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin. Piştre karwanê şehîd ber bi goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra bi rê ket.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG′ê li herêma Cindirêsê Erdal Arif, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêmê Fewzî Seydo û Endamê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Ibrahîm Reşo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza domandina têkoşînê hat dayîn. Her wiha hat zanîn ku herêm di pêvajoyeke hestyar re derbas dibe û hat gotin ku ji bo wefadariya ji cangoriyên azadiyê re, hemû gelên herêmê beşdarî projeya Federaliya Bakurê Sûriyê ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avakirin, bibin.EFRIN-MERASEM-SEHID-WELAT-BERHAT ‫(272892420)‬ ‫‬

Di berdewama axaftinan de, hat destnîşankirin ku gelên Rojava-Bakurê Sûriyê sê hemleyên dîrokî ″hemleyên rizgarkirina Reqa, Dêra Zorê û hemleya hilbijartinên Komînan″ didin meşandin û hat diyarkirin ku serkeftina van hemleyan dê civakeke azad û demokratîk li ser esasê biratiya gelan, ava bike.

Piştre jî bi navê malbata şehîd, birayê wî Hisên Mihemed axivî, got ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilinde û bang li tevahî ciwanên herêmê kir ku beşdarî nava refên YPG/YPJ′ê bibin, da parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.EFRIN-MERASEM-SEHID-WELAT-BERHAT ‫(272892418)‬ ‫‬

Cenazeyê şervanê Cebhet El-Ekrad Amir Hesûn jî ji nexweşxaneyê hat wergirtin û ber bi navçeya Fafîn a girêdayî Kantona Şahbayê ve kete rê.

Li navçeyê, toraneke leşkerî ji aliyê hêzên Cebhet El-Ekrad ve dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Şahbayê Ridwan Ebû Nûr, bi navê Meclîsa Rêveber a Rêvebirina Kantona Şahbayê Cîhan Xidro û bi navê Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Hemdik axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser rola şehîdan di avakirina welatan de û hat diyarkirin ku şehîd Amir soza rizgarkirina welat ji hovîtiya çeteyan pêk anî. Her wiha hat gotin ku mizgîniya rizgarkirina Reqayê nêze.

Di dawiyê de, cenazeyê şehîd li goristana herêma Til Rifet a girêdayî Kantona Şahbayê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …