REQA – Şervanên QSD′ê li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê Reqayê, 3 depoyên cebilxaneyê dîtin.
Şervanên QSD′ê xebatên paqijkirina taxên rojhilatê Reqayê yên rizgarkirî didomînin. Di vê çarçoveyê de şervanan 3 depoyên ceblixaneyê yên çeteyên DAIŞ′ê li taxa Mensûr dîtin.
Di depoyan de hejmareke mezin ji çeka doçika û çekên giran hene. Derbarê vê yekê de şervanê bi navê Zinar Minbic da zanîn ku li vê taxê depoyên din ên çekan hene, lê ji ber domandina şer û topbaranê, nikarin xwe bigihîninê.
Pêşveçûna şervanan li taxê didome û çete ber bi taxên navenda bajêr ve, paşve vedigerin.