Piştî ku şervanên QSD′ê taxa Sekenê rizgar kirin, şer veguherî derdora baxçeyê Reşîd û nexweşxaneya Wetenî. Li van herêman şer bi dijwarî didome.
Çeteyên DAIŞ′ê jî hewl dan bi riya erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekuj pêşevçûna şervanan asteng bikin. Di bersivdayîna şervanan de erebeyeke bombebarkirî hat rûxandin û çeteyekî xwekuj xwe li derdora nexweşxaneyê teqand.
Şer bi dijwarî didome û şervanan avahiyên stratejîk li derdora baxçeyê Reşîd û nexweşxaneya Wetenî rizgar kirin. Pêşveçûna şervanan ji bo rizgarkirina baxçe û nexweşxaneyê didome.
Navenda Ragihandina QSD′ê ragihand ku di vî şerî de 5 şervanên wan şehîd bûn.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ