Êş û serpêkhatiyên wlatiyên Efrînê ku ji ber zulm û zordariya çeteyan jiyan kirin, pirin. Serpêhatiya welatiyê bi navê Kolîn Bîlal Hemo (85) yê ji gundê Xelîka ya navçeya Bilbilê çend rojan di gundê xwe yê ji aliyê çeteyan de hatibû dagirkirin de ma.

Mam Golîn derbarê mijarê de wiha got: “Min ne dizanî ku çete derbasî gundê me bûne. Carekê min dengê çeteyekî bihîst û li deriyê me da. Dema min derî vekir, 2 çeteyên din derbasî hundir bûn. Min ew nas kirin. Di nava mala min de geriyan. Li pere û zêr geriyan. Mal serûbinî hev kirin lê tiştek ne dîtin.”

Mam Golîn, di berdewama axaftina xwe de jî wiha dom kir: “Isfinc û betanî, alavên ceyranê yên malê dizîn û xistin tirimpêlên xwe. Di bêrîka min de derdora 5 hezar lîreyên Sûriyê hebûn, ew jî birin. Hemû tiştên din ên di malê de wêran kirin. Gule li derdorê reşandin û reviyan.”

Mam Golîn da zanîn ku 15 serî pezê wan hebuye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di roja din de min xwest pezê xwe binerim, lê mixabin min pezê xwe ne dît. Ez derketim ku li pezê xwe bigerim. Lê şuna pezê xwe li ser rê ez rastî çeteyekî hatim. Min pirsa pezên xwe jê kir. Ji min re got berê xwe dan çiya. Ez li pezê xwe geriyam lê min ne dîtin. Wê demê min fehmkir ku çeteyan pezê min dizîne. Min çend caran jê xwest ku pezê min vegerîn in. Piştî çar rojan bi pişta kilêşê li min dan û êşkence li min kirin.”

Cenazeyê birayê xwe dît

Mamê Golîn da zanîn ku wî cenazeyê birayê xwe dît û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez nizanim çi rojê bû. Lê texmîn dikim di roja 50’yî de bû. Min berê xwe da mala birayê xwe Bîlal, da ku ez nan ji gel wî bînim. Dema derbasî mala wî bûm, min dît ku xwîn li ber deriyê wî heye. Dema derbasî odeya birayê xwe bûm, min birayê xwe kuştî dît. Min nikarîbû tiştek bikiraya. Tenê min ser wî girt û ez pir xemgîn bûm. Heta min ne karî cenazeyê birayê xwe defin bikim.

Hêzên YPG’ê mam Golîn rizgar dikin

Mam Golînê 85 salî çend caran hewl dide bireve û da zanîn ku wî çend caran xwest ji gund derkeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min biryar da di nav çiyan re birev im. Piştî ji gund derketim min dengê guleyan bihîst. Piçekî rawestiyam, dema min dît tu kes nîne, min meşa xwe dewam kir. Piştî meşek dirêj min xwe gihand noqteyek hêzên YPG’ê. Wan ez rizgar kirim û ez gihandim navenda bajarê Efrînê.”

‘Dema min mafê xwe xwest, êşkence li min kirin’

Mam Golînê 85 salî her wiha destnîşan kir ku dema wî doza mafê xwe ji Artêşa Tirk û çeteyan kirin li wî dan û ew êşkence kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi çi mafî li min dan? Li dijî min sûcên mirovahiyê pêk anîn. Em soz didin ku emê heta dawî li ber xwe bidin û Em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin Efrînê.”

Mam Golîn Hemo, niha bi malbata xwe re li gundê Kefer Naya ya herêma Şehbayê jiyan dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ