KOBANÊ – Aloziya Sûriyê di sala xwe ya 7’an de bû qada şerê hêzên navdewletî. Banga şoreşa aştiyane ya gelê Sûriyê di nava bermahî û bajarên wêrankirî de hate bin erdkirin. Di meydana şerê Sûriyê de her hêzek dixwaze herêmekê ji xwe re veqetîne. Dewleta Tirk ji bo vê yekê lîstok û pîlanên qirêj pêk tîne.
Li gorî hejmartinên fermî yên sala derbasbûyî derbarê qurbaniyên sivîl ên ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hatine hedef girtin, Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da û diyar kir ku 71 welatiyên sivîl ên ji herêma Firatê di encama êrîşa leşkerên Tirk de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Dewleta Tirk jî zeviyên welatiyan bi qasî 4 hezar û 626 donim dagir kirine.
Lê hejmarên niha û heta roja me ya îro ji vê hejmara hatiye dayîn hîn zêdetir e, ji ber rojane cotkar û şivanên herêmê ji aliyê Artêşa Tirk ve têne gulebarankirin.
Ji gundê Ebû Kuber a li rojhilatê herêmê heta gundê Zor Mexar ê rojavayê heêrmê li herêma sînor dîwarê ji çemento hatiye dayîn. Bi danîna dîwar re herêmek fireh a herêmê hatiye dagirkirin.
Welatiyên herêmê beranberî lêkirina dîwar bê deng nemane, lê belê di dawiya sala 2016’an de li Kobanê welatî li dijî siyasetên wan derketin, di encamê de 2 welatî şehîd bûn, vê yekê dewleta Tirk neçar kir ku çend metran paş de vegere.
Firehiya xaka herêmê ku dewleta Tirk dagirkiriye, ji 10- 150 metreyan diçe, wekî mînak gundê Aşmê yê rojavayê kantona Kobanê ku hîn termê Silêman Şah lê hatiye bi cihkirin. Lerim di destpêka sala 2015’an de ji herêma Pira Qereqozaq anîn gund.
Li ser vê yekê jî qetilkirina sivîlan ku rojane pêk tê, herî dawî jî li gundê Çariqlê ya rojavayê Kobanê di encama mayînên ku Artêşa Tirk bi cih kirine, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Tevî van hemû binpêkirinên dewleta Tirk jî hîn civaka navdewletî bê denge û helwest nîşan nade. Lê bi mijara kîmyawî ya Dûma wekî mijarek sereke ya hêzên navdewletî hate rojevkirin. Ev di dema gelê Efrînê pirs dike, gelo civaka navdewletî beranberî kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê li kur in.