Têkildarî Êrîşên Dawî Yên Dewleta Tirk A Dagirker Ên Li Ser Bakur Û Rojhilatê Sûriyeyê; Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re

Bi armanca têkbirina aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 3 rojên dawî de li Til Rifat û Minbicê, li gel balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di bin kontrola wan de êrîşên dijwar li dijî gelê me pêk tên. Bi taybetî jî li Minbicê êrîşa li dijî zarokan êrîşeke tirsonek e ku li gorî ti rêgezên şer nayê. Sûcê şerekî eşkere ye û li dij-mirovahiyê ye. Li kelêkê vê şervanên me yên ku bûne hedefa êrîşan jî ji ber çûbûn hawara zarokên ku rasterast bi êrîşan re rû bi rû mabûn xilas bikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gelê me yê herêmê bi van êrîşan ji cihê xwe bide koçkirin û aramiya herêmê xira bike.

Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker ku ji van êrîşan berpirsyar e û berdevkiya dewleta Tirk a dagirker dike, bi rojan e di derbarê êrîşan de agahiyên nerast belav dike. Herî dawî îro bi daxûyaniyekî dan û îdia kirin ku di 3 rojên dawî de 57 şervanên me şehîd xistine. Lê me di derbarê êrîşên dawî de bi zelal î raya giştî agahdar kiribû ku 6 şervanên me şehîd ketine. Weke hertim derdikeve holê ku îdiayên wan yên pûç û vala ne.

Navenda Ragihandina QSD’ê | 15’ê Puşpera 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …