Daxuyanî – Hêzên Me Bi Pirsgirêkên Derveyî Sûriyê Eleqedar Nabin

Hin dezgehên ragihandinê nûçeyên sexte û tarî li ser beşdarbûna bê bingeh a şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirine, em piştrast dikin ku ev nûçe derew in û ti bingehek wan di rastiyê de nîne û ji aliyê dezgehên ku bi jêderên xwe yên erzan û sexte tên naskirin, têne belavkirin

Ew tevgerên ku tên îdiakirin ne li gorî pîvanên niştimanî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîke di têkoşîna li ser xaka Sûriyê ji bo parastina herêmê û xelkê wê ne û hêzên me bi mijarên din ên derveyî Sûriyê re eleqedar nabin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

08 Tîrmeh 2023

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de, di 15’ê Îlonê de li bajarê  Minbicê …