Şêniyên Serêkaniyê cenazeyê şehîd Cûdî oxir kirin

SERÊKANIYÊ – Welatiyên bajarê Serêkaniyê  cenazeyê cangoriyekî azadiyê li goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê oxir kirin.SRK-XOXIR-KIRIN (5)

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê  Taha Tirkî Hemam(Cûdî) ku li bajarê Dêrazorê di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û ber bi goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane.SRK-XOXIR-KIRIN (3)

Piştre li ser navê Fermndariya YPG’ê Îmad Mano jî sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin.

Îmad rizgarkirina bajarê Reqayê li gelên herêmê pîroz kir û got ku parastina destkeftiyên şehîdan erka wan a exlaqî û niştîmanî ye. Îmad di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya cangoriyên azadiyê heta serkeftinê da.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin. Piştre jî şervanên YPG′ê cenazeyê hevalê xwe hilgirtin ser milên xwe û cenaze di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de sipartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …