Çeteyên Tirkiyê êrîşî noqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin

MINBIC – Çeteyên Tirkiyê bi çekên giran noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hedef digirin, şervan bersiv didin.

Çeteyên Tirkiyê saet di 18.40ʹan bi çekên giran dest bi êrîşa li ser noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li bajaroka Ewn Dadat a dikeve bakurê bajarê Minbicê kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û li herêmê şer derket.

Êrîşa çeteyan didome û derbarê şerê li herêmê de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …