Şêniyên Hesekê û Serêkaniyê cenazeyên 9 şehîdên YPGʹê spartin axê

SERÊKANIYÊ/HESEKÊ – Şêniyên Hesekê û Serêkaniyê cenazeyên 9 şervanên YPGʹê yên di Hemleya Reqa de şehîd bûne, bi merasîmên girseyî spartin axê.SRK-CENAZEYE-3-TEKOSERAN-HATE-OXIRKIRIN ‫(169083393)‬ ‫‬

SERÊKANIYÊ

bi sedan kesî cenazeyên 3 şervanên YPGʹê yên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqa de şehîd bûn, li goristana şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Zirganê cenazeyên şervanên YPG Mehmûd Hise (Elî Erebo) di 4`ê Tebaxê li Ciyayê Kizwanan Şehîd bû, Ehmed Yûsif (Kawa Hemîd) di 3ʹyê Tebaxê li bajarê Reqa şehîd bû û Ibrehîm El-Ebid (Mehmûd Serêkaniyê) ê 5ʹê tebaxê li Reqa şehîd bû li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê ya girêdayî katntona Hesekê ya Herêma Cizîrê spartin axê.SRK-CENAZEYE-3-TEKOSERAN-HATE-OXIRKIRIN ‫(169083396)‬ ‫‬

Girseya gel cenazeyên şervanan bi karwanekî tirmpêlan anîn goristana Şehîd Rustem Cûdî. Li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJʹê ve hate lidarxistin, destpê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Zekiya Qido axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir û got ku bi saya tekoşîna şehîdan gelê herêmê bi azadî li ser xaka xwe jiyan dike. Qido di dawiya axaftina xwe de soza xwe ya domandina riya şehîdan dubare kir.

Di berdewama merasîmê de li ser navê YPGʹê Zana Zagros axivî û sersaxî ji malbatên hersê tekoşeran re xwest û got ku şervanên YPG/YPJʹê di oxira şehdîdan de îrade û israr serkeftinê di wan de zêde dibe . Zagoris di dawiya axaftina xwe de soza şopandina riya şehîdan dubare kir.Zana Zaxros

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 6 şervanên YPGʹêyêndi hemleya rizgarkirina Reqa de şehîd bûn, li goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Bi sedan şêniyên Kantona Hesekê ya girêdayî Herêma Cizîrê cenazeyên şervanên YPGʹê Radî Ewed (Dîno Ferat), Şerîf Hemo (Şivan Hesekê), Ehmed Mihemed(Şengal Şivan), Mihemed Ehemed (Şengal Şivan), Mihemed Îbrahîm (Mihemed Hol), Samî Yûnis (Bêjan Tiwêna) û Hisên Ehmed (Rênas Hol) yên di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûne, wergirtin û bi karwanekî ji erebeyan berê goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê derketin rê.SRK-CENAZEYE-3-TEKOSERAN-HATE-OXIRKIRIN ‫(169083400)‬ ‫‬

Li riya ketina goristanê girseya gel ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin, cenazeyên şehîdan li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê mersaîm hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê YPJ/YPG`ê ve hate lidar xistin destpê kir û Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Siltanê Ehmed, Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Şêxmûs Ehmed axivîn û sersaxî ji malabtên Şehîdan re xwestin. Di axaftinan de rola şehîdan a di rizgarkirina herêmê û pêkanîna aramiyê de hate vegotin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Di berdewama merasîmê de li ser navê YPGʹê Zekî Kobanê axivî û di serî de sersaxî ji malbata her 6 şehîdan û tevahî şehîdên azadiyê re xwest û got ku hêzên YPGʹê her dem amadene ku ji bo pêkanîna aramî û ewlekariyê canê xwe feda bikin. Kobanê di dawiya axftina xwe de destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna demokrasiya tevahiya Sûriyê dê tekoşîna xwe bê navber bidomînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan spartin axê

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …