Li Reqayê şer didome: 17 çete hatin kuştin

REQA – Di şerê ku şeva din li taxên Reqayê de rû da 17 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Li taxa Hîşam Ebdulmelik jî şer didome.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 64`an de bi hemû leza xwe dewam dike.

Di vê çarçoveyê de, li taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûr ê Reqayê, di encama şerê ku şeva din li taxê de rû da,  5 çete hatin kuştin.

Li aliyê rojhilat ê Reqayê li taxa Kevin, di encama şerê şeva din de, yek jê sekvan sê çete hatin kuştin. Li vir çeteyan bi maşîneyeke bombebarkirî dixwastin êrîşê noqteyên şervanên QSD`ê yên li taxê bikin, lê şervanan beriya ku maşîne bighêje armanca xwe ji dûr ve rûxandin.

Li aliyê başûr-rojhilat ê Reqayê li taxa Hîşam Ebdulmelik, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, 9 çete hatin kuştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …