Şervanên YJŞʹê ji Reqayê soza xwe dubare kirin

şervanên YJş ‫(1)‬

Yekîniyên Jinên Şengal (YJŞ) bi armanca tolhildana qurbaniyên komkûjiya Şengalê û ji bo rizgarkirina jinên êzîdî yên li Reqayê, tevlî hemeleya rizgarkirina jinên êzîdî tevlî hemleya rizgarkirina Reqa bûne di eniyên herî pêş ên şer de cih digirin. Taboreke ji şervanên YJŞʹê di destpêka meha tîrmehê de tevlî hemleya Reqqayê bûn û li her çar aliyên Reqqayê di mewziyan de şer dikin.ARIN-BERIVAN

Li rojavayê Reqqa di hemleya rizgarkirinê de ku şervanên QSD`ê gav bi gav di bajêr de pêş   dikevin û heta niha ji sedî 50 ji bajar rizgar kirine. Tîmek ji şervanên YJŞ`ê jî di çeperên pêş de cih digirin û tevlî hemleyê bûne, her şervanek YJŞʹê xwedî çîrokeke taybet û bi êşe. Şervana YJŞʹê Arîn Bêrîvan ji gundê gûndê Hirdan a bakûrê  Şengalê ye, Gundê Arîn Bêrîvan yek ji gundên ku çeteyan komkujiyek mezin tê de pêk anîn.şervanên YJş ‫(169083395)‬ ‫‬

Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşe Şengalê dikin û berê xwe didn gundê Arîn tenê dû malbat ji komkûjiyê rizgar bûn.  Yek ji wan malbata Arîn e  ew bi rêketibûn û gihan Çiyayê Şengalê. Gelek mirovên û hevalên Arîn bûn hatin kuştin û hatin revandin. Çeteyan mamê Arîn, bi tevî hevjîn û 2 keçên wî jî revandin. Çeteyan mamê Arîn qetil kirin û hevjîn û keçên wî jî revandin. Heta niha agahî ji herdûyan nayê. Çeteyan her wiha bapîrê Arîn jî revandine û nayê zanîn ka saxe yan hatiye qetilkirin. Çeteyan her wiha gelek hevalên Arîn ên zarotiyê jî revandin.

Piştî ku hêzên HPG`ê derbasî Şendgalê dibin  û çiyayê Şengalê digrin, Arîn Bêrîvan bi alîkariya wan derbasî başûr dibe. Paşê Arîn di êlûna sala 2015`n de tevlî YJŞ`ê dibe û di hemleya rizgarkirina Şengalê de cih digre.şervanên YJş ‫(169083393)‬ ‫‬

Arîn Bêrîvan armanca tevlîbûna xwe ya ji Hemleya Reqqa re anî ziman û got: ʺJi bo rizgarkirina jinên êzîdî me cihê xwe di hemeleya rizgarkirina Reqayê de girtiye. Niha em li eniyên herî pêş şerê çeteyan dikin. Em li benda wê kêliyê ne ku em jinên êzîdî rizgar bikin. Tevlîbûna me ji hemleyê re bersivdayîna fermana Şengalê ye.ʺ

Bêrîvan da zanîn ku ew gav bi gav di bajarê Reqayê de pêş ve diçin û wiha dom kir: ʺEm ê tola jinên êzîdî hilînin. Her şervanek YJŞʹê xwedî çîroreke bi êşe. Xizim, miro û nasên wan bi destê çeteyên DAIŞʹê hatine qetilkirin, an revandin.ʺ

Şervanan YJŞʹê Arîn Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de got ku ew soza xwe ya rizgarkirina jinên êzîd û rakirina tolhildana ji Şengalê re dubare dikin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …