Şêniyên herêma El-Kerama du şehîdên xwe oxir kirin

REQA – Bi sedan şêniyên herêma El-Kerama du şervanên QSD`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, oxir kirin.

REQA-MERASIMA-SEHIDA (1)

Bi sedan şêniyên herêma El-Kerama cenazeyên Helîl Casim û Fayiz Mihemed ji daketina El-Kerama pêşwaz kirin û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Sîvdar a Herêma El-Kerama.

Li goristanê, toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Îbtîsam Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku ne ji şehîdan ba ew nedgihîştin jiyaneke azad.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen behsa fedekariyên hêzên QSD`ê di rizgarkirina herêmê ji çeteyan û parastina destkeftiyan kir.

Ji fermandarên QSD`ê Warşîn Reqa axivî û sersaxî ji malbat û taybet ji dayîkên şehîdan re xwest û soza parastina axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin da.

Piştî xwendina wesîqeta şehadetê ya her du cangoriyan, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şopandina  rêya wan, her du şehîd hatin veşartin.

 

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …