Şehîdê Bagera Cizîrê Imêrat hate oxirkirin

QAMIŞLO – Şêniyên navçeya Tirbespiyê şervanê YPG`ê Şaristan Imêrat  ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeyê oxir kirin.TIRBESPIYE-MERASIMA-SEHIDA (5)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina Amir Bekir(Şaristan Imêrtat) bûn.

Merasîm li Goristana Şehîd Dilşêr a navçeyê hate lidarxistin. Piştî torana leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate lidarxistin, ji fermandarên YPJ`ê Rûken Azad, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û birayê şehîd ku ew jî şervanê YPG`ê ye Mihemed Bekir axîvin.

Rûken Azad û Mihemed Zekî Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin ku şehîd sembola hezkirin û aştî ne, ji ber di oxira jiyaneke azad û ewle de canê xwe feda kirin.

MIHEMED EL BEKIR

Birayê şehîd, Mihemed Bekir jî ev tişt got:ʺRêya şehadeta li pêşiya me hemûyan e. Em tevlî va hêza pîroz bûn ku em gelê xwe biparêzin û wan dûrî çeteyên DAIŞ`ê bixin. Di heman demê de, em biratiya gelan di navbera gelan de xurt bikin û destkeftiyên ku niha li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin bi saya şehîdên me ne.ʺ

Piştî xwenda wesîqeta şehîd û radestî malbatê hate kirin, cenazeyê şehîd bi dûrişmeyên dilsoziya bi  cangoriyên azadiyê re hate veşartin.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …