Li Bakurê Sûriyê di mehekê de hezar û 570 ciwan tevlî QSD, YPG û YPJ`ê bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di meha borî de hezar û 570 ciwan ji herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê ku piranya xwe ji pêkhateya Ereb in tevlî QSD, YPG û YPJ`ê bûne.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê tevlîbûna ciwanan û taybet ciwanên Ereb ji herêmên Bakurê Sûriyê û Rojava nûçeyek li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Li gorî nûçeya YPG`ê li herêmên rizgarkirî yên di bin parastina Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) de, ciwanên Ereb berê xwe didin nav refên hêzên parastinê.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku li herêmên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ciwan her roj bêhtir tevlî nav refên QSD, YPG, YPJ û Erka Xweparastinê dibin û nûçe wiha didome:ʺDi demên dawî de bi sedan şervan ji bo parastina xaka xwe û şerê li dijî terorîzmê biryara şervaniyê didin. Hêjayî gotinê ye ku ruxmê ku ji hemû pêkhateyên Bakûrê Sûrî ciwan tevlî dibin jî, herî zêde ciwanên Ereb berê xwe didin nav refên hêzên parastinê.ʺ

Li agahiyên ku di nûçeya Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê de hatiye gotin di meha borî de bi giştî hezar û 570 şervan ji herêmên cûda tevlî nav refên Hêzên Sûriye  Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bûn. Her wiha 950 şervanan ji bo pêkanîna erka xweparastinê tevlî focên Erkên Xweparastinê bûn.

Di dawiya de ev agahî hatin parvekirin:ʺDi çarçoveya xebatên perwerdekirina şervanan de, akademiyên leşkerî li hemû kantonan û her wiha li Reqa û Dêrazorê jî bi sedan şervan perwerde kirin. Di heman demê de li Efrînê piştî bidawîkirina du dewreyên perwerdeya akademiya Şehîd Îzet bi 930 şervanan du focên Erkên Xweparastinê hate avakirin. Dîsa piştî dewreya perwerdê ya li Akademiya Şehîd Xebat a li Efrînê, 250 şervan tevlî nav refên YPG`ê bûn.

Her wiha li Minbicê 500, li herêma Cizîrê jî 350 şervanan perwerdeyên xwe bidawî kirin û tevlî nav hêzên parastinê bûn. Di nav mehê de 330 kesên ku ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker veqetiyabûn, berê xwe dan nav refên QSD`ê.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …