EFRÎN – Şervanên YPJ û YPG‘ê li navçeya Qirixanê ya girêdayî navçeya Hatayî li dijî bargeheke arêtşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Tê gotin ku 7 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Çavkaniyek ji YPG‘ê ragihandin ku yekînteyên wan û Yekînteyên Paratina Jin li navçeya Qirixan ya girêdayî navçeya Hatayî li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di encamê de 7 leşker hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bû
YPG, YPJ û QSD‘ê bang li sivîlan kir ku ji nûqteyên artêşa Tirk û terorîstên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê dûr bikevin, ji ber ku hemû nûqteyên wan armanca rawa ya yekîneyên wane.