Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa:

Pêngava Rizgarkirina Reqqa ya ku bi armanca paqijkirina bajar ji çeteyan, di pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê de hate destpê kirin, bi hemû dijwariya xwe didome. Di bajarê ku ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin de şer û pevçûn her roja ku diçe girantir dibin.

Operasyona Reqqa, ji ber ku niştecîhên herêmê ji alî DAIŞ ve weke mertalên zindî tên girtin û ji bo ewlehiya wan nekeve xeteriyê, bi baldarî û hessasiyeteke pirr mezin dimeşe. Şervan li çar aliyên bajar, ji bo xelaskirina van sîvîlan di nav hewldanan de ne û heya niha gelek ji van kesan di encama berxwedana rêhevalên di nav vî şerî de, hatin rizgar kirin.

Di navbera dîrokên 17 û 19’ên Tîrmeh’ê, li vê derê komek hevrêyên me, dema dixwestin sîvîlan ji nav pevçûnê xelas bikin gihîştin şehadetê.

Yek ji van hevalan rêheval Şevîn Cûdî, ji yekem çirûskên şoreşê yên ku li Rojava pêketin û şûn de, di nav refên azadiyê de cîhê xwe girt û di dirêjahiya jiyana xwe ya têkoşînê de li gelek deveran berpirsiyartî girt. Hevrê Şevîn, di şerê li dijî faşîzm û paşverûtiya herêmî de nûnereke xurt ya pêşengtiya jinê bû. Bi vê zanebûn û hişmendiyê pîvanên kesayeta jina fermandar ya Apoger di şexsê xwe de ava kiribû. Rêhevaleke ku karibû bi van taybetmendiyên xwe, her devereke lê dima wate û bilindahî lê zêde dikir, pêşdixist û ji ber vê jî her cîheke ku jê derbas dibû şopa xwe hişt. Herî dawî jî li Reqqa di asta fermandarî de di vî şerê giran de berpirsiyartî girt û di nav  rêveberiya eniya Reqqa de cîhê xwe girt. Di rêveçûna serkeftî ya operasyonê û di derbên ku çeteyan xwarin de xwedî roleke girîng bû. Ji bo rizgarkirina jin, zarok û bi taybet jinên Êzidî yên ku di bin esareta DAIŞ’ê de ne xwedî hewldaneke mezin bû û van hewldanên xwe heya kêliya dawî jî domand.

Em parastin û pêşxistina van destkeftiyên ku rêheval Şevîn bi ked, fedakarî û azweriya xwe gelek tiştan lê zêde kir, weke erkekî şoreşgerî dibînin û em soz didin ku emê têkoşîna wê ji cîhê ku wê hiştiye bidomînin; xeyalên wê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em weke YPG û YPJ di şexsê van hevalên ku şehîd ketin de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîrtînin; soza xwe ya girêdayîbûna bi rêya wan re em dubare dikin. Şehîdên me hêza têkoşîn û rêberên jiyana me ne.

 Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Şevîn Cûdî

Nasnav: Şevîn Cûdî

Nav û Paşnav: Kamîle Demir

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 18 Tîrmeh 2017

Amed Dêrezor

Nasnav: Amed Dêrezor

Nav û Paşnav: Ibrahîm El Elî

Navê Dayikê: Semîra

Navê Bav: Mihemed El Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tîrmeh 2017

Mazlum Hesekê

Nasnav: Mazlum Hesekê

Nav û Paşnav: Hesen Elî El Beya

Navê Dayikê: Kefa

Navê Bav: Tirkî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Malha / 20 Tîrmeh 2017

El Şeris

Nasnav: El Şeris

Nav û Paşnav: Eyid El Ebid

Navê Dayikê: Suriya

Navê Bav: Qasim

Cihê Ji Dayikbûnê: El Metab

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tîrmeh 2017

Xalid Serêkaniyê

Nasnav: Xalid Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Xalid Xelef

Navê Dayikê: Hedla

Navê Bav: Silêman

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 19 Tîrmeh 2017ʺ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …