Şervanên rojhilat û rojava nêzî hev dibin:

REQA- Di navbera şervanên herdû baskên rojhilat û rojava yên Cenga Mezin a rizgarkirina Reqa kêmî 2 kîlometir mane ku bighêjin hev.

Şervanên QSD`ê di roja 23`yan ji hemleya rizgarkirina bajarê Reqa gundê Kesrêt Efan ê başûrê Reqa û li ser ava firatêye ji çeteyan rizgar kirin. Piştî rizgarkirina gundê Kesret Efan çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê ji çar aliyan ve ketin çembera şervanan.

Niha û piştî hemle ket roja xwe ya 46ʹan kêmî 2 kîlometreyan maye ku baskê hemleyê yên rojhilat û rojava li taxên başûrî bajar (Hîşman Bin Ebdulmelîk û Nezilêt El-Şhadê) ku li rex hevin, bigihêjin hev. Bi vê yekê re serweriya QSD`ê li herdu aliyên ava Firatê çêdibe û cihê herî nêzî yê çeteyên li ser ava Firatê ji bajarê Reqayê re dibe gund Dehlê yê 16 kîlometr dikeve başûr rojhilatî Reqayê. Heger ev yek pêk hat, dê çember li çeteyan hîn tengtir bibe.

Endamê Fermandariya YPG`ê Ibrahîm Ebdo da zanîn ku heger herdû bask gihiştin hev çeteyên DAIŞ`ê dikevin nava çembereke tengtir û tenê cihên ku berê jê re digotin çargoşeya ewlekariyê di destê çeteyên DAIŞ`ê de dimîne.

Lê yek ji kelemên sereke li pêşberî pêşketina şervanan, sivîlên ku çeteyan ew werkî mertal ji bo parstina xwe di wan taxan de bikar anîne.  Di nava van rojan de tenê ji taxa Hîşam Bin Ebdulmelêk zêdeyî 200 sivîl ji aliyê şervanên QSDʹê ve hatin rizgarkir

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …