Di êrişên artêşa Tirk de zerarê maddî gihiştiye sivîlan

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wî de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Bi taybet di êrişên li ser Efrînê de bi dijwarî teknîk tê bikaranîn û hemû hewildanên artêşa Tirk û çeteyên wî bi berxwedaniya hêzên me vala tên derxistin.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 5 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 18.07.2017an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên obûs û hawanan êrişeke dijwar li ser Eyn Deqnê, Minnix û Belûniyê pêk anîn û agir berdan zeviyên gundiyan. Di encama vê topbarana dijwar de şervanekî Erka Xweparastinê bi mêrxasî li ber xwe da û şehîd bû. Her wiha çeteyan bi çekên doçka û topên hawanê êrişî Maranez, El Qamiyê, Malikiyê û Baradê Malikiyê kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi çeken katyuşa êrişî eniya Qestelê û bi topên hawanê êrişî eniya Başemrê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrişî eniya Girê Şehîd Şîlan, Girê Îska û Girê Şehîd Ednan kirin.

 

Di dîroka 19.07.2017an de çeteyan bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Baz, Girê Îska û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Her wiha bi roketên B7 êrişî Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û bi çekên doçka û topên hawanê jî êrişî Eyn Deqnê kirin.

 

Di dîroka 20.07.2017an de çeteyan bi gulleyên tangê êrişî Maranezê kirin. Dîsa bi topên hawanê êrişî Başemrê û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Ji aliyê dîtir ve hêzên me bi çekên doçka li çeteyên ku li eniya Girê Şehîd Şîlan amadekariya êrişê dikirin xistin. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

https://www.youtube.com/watch?v=Z2LyBkOyLBM

 

Di dîroka 21.07.2017an de hêzên me bi topên hawanê li çeteyên ku li eniya Girê Qestelê di nava amadekariya êrişeke berfireh de bûn dan û di encam de çeteyek hat kuştin. Tê payîn ku kuştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetir in, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

Di dîroka 22.07.2017an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi topên hawan, obûs, katyûşa û gulleyên tangê herêma Eyn Deqnê bombebaran kirin. Her wiha bi topên hawanê êrişî Maranezê û Basûfanê kirin. Ji aliyê dîtir ve hêzên me li herêma Eyn Deqnê termê çeteyekî ku li nav zeviyan mabû girtin bin qontrolê û bi vî termê re hêjmara termê çeteyan yên ku di destê hêzên me de ne derket 10an.

Di encama tevahiya êrişan de zerareke maddî gihiştiye mal û zeviyên sivîlan û jiyana sivîlan dikeve xeteriyê.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …