Şehîda Xezeba Firatê Xwînda Şêrzan

Pêngava Xezeba Firatê ku zilm û terora DAIŞ’ê di navenda wê, li Reqqayê hedef digire bi hemû hêza xwe dewam dike. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di nav de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di Merheleya Duyem ji vê hemlê bi sedan kîlometrên çargoşe ji çeteyan rizgarkirin û gund û bajarok ji dagirkeriyê xilas kirine, her wiha bi hezaran welatiyên sivîl ji wê herêmê gihandine ewlehiyê.

Di berdewamiya vê hemlê de nasnameya çar rêhevalên me ku di dîrokên cuda di şerên Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bûne, yek ji wan hevalan jî têkoşer xwînda ya ku ji bo xilaskirina jinên Raqayê ji terora DAIŞê canê xwe kir qûrbanê azadiya wan, em îro ji we re radigihînin.

Weke YPG û YPJ, em di kesayeta rêhevalên xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Serî de malbata şehîd, ji tevahî gelên Kurdistan û pêkhateyên bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin û soz didin ku li pey şopa şehîdan têkoşîna azadîxwaziyê bilind û bihêz bikin.

 

Nasnameya şehîd wiha ye

f

 

Nav û Paşnav Xwînda Şêrzan

Navê Rast Hazal Dûman

Navê Dayikê Medîne

Navê Bav Şeref

Cihê Ji Dayikbuyînê Mardîn

Cih û Dîroka Şehadetê Gundê Şalî, Reqa  3 Çile 2017

 

Navenda Ragihandina YPJ  8 Çile 2017

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …