Şehîda Berxwedana Raqayê (Roza Avêsta)

Ji Çapemenî û Raya giştî re!

Piştî amadekariyên pêwîst ji bo Merheleya Duyemîn ji Pênagava Xezeba Firatê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 10’ê Kanûnê de bi du baskan li rojava û bakur-rojavayê Reqayê ketin liv û tevgerê. Heta îro şervanên Xezeba Firatê li gor plannameya ku hatibû dayîn pêşveçûne.

.

Rêhevala me Roza Avêsta di encama şerên dijwar yên li gundê Ebu Erdanî bi qehremanî şer kir û 15 Kanûna 2016 an de gehîşte Şehadetê. Rêhevala Roza bi awayekî calak beşdarî nava Şoreşa Kurdistanê bû û hertim riya Heqîqetê ji xwe re esas girt û meşiya heyanî xala dawiyê ew jî şehadet bû

Em weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya pakrewan wiha ye:

 

1482068981-roza_avesta_

 

Nav Û Paşnav: Roza Avêsta

Navê Rast: Bêrîvan Koto

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Muslim

Cihê Ji Dayikbuyînê: Şam

Cih Û Dîroka Şehadetê: Reqa, Ebu Erdanî 16.12.2016

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …