Şoreşa Rojava şoreşa tekoşînêye û her roj serkeftinên nû yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin dinivîsînin li ser rûpelên dîrokê bi fedabûnê û fedekartiyê.
Di şer û pevçûnên navbera yekîneyên me û komên terorîst li herêma Girê Sipî û silukê piştî berxwedaniyeke mezin li hember çeteyan, û şikandina hemû êrîşên wan ên gemar li dijî pêkhateyên Rojava, hevalên me bi qehremanî berxwedan, şer kirin û gihiştin asta şehadetê. Em bi serbilndahî dibêjin ku şehîdên me merteba herî bilindin ji ber ku şehîdên rastiyê ne.
Şervanên me ên Kurd û Ereb mil bi mil li berxwedan, hemû çete kuştin û çek û cebilxana wan xistin destê xwe.
Em weke yekîneyên parastina gel û yekîneyên parastina jin soz didin ku em heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser doz û şopa şehîdan bimeşin, û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.
Nasnameye Şehîdan wiha ye:
Navê Tevgerî: Destîna Qamişlo
Navê Rast: Rojîn Silêman
Navê Dayikê: Terfa
Navê Bav: Ridwan
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-02-2016 Siluk
Navê Tevgerî: Egîd Mextelê
Cihê ji Dayikbûnê: Serê Kaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: 27-02-2016 Siluk
Navenda Ragihandina YPJ
2 – Şibat – 2016