Şehîd Luqman riya kurê xwe şopand û canê xwe feda kir

QAMIŞLO – Şervanê YPG′ê Luqman Qamişlo riya kurê xwe yê şehîd şopand û canê xwe fedayî axa welat kir. QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (3)

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Dear Cerbû (Luqman Qamişlo) bavê şehîd Feysel  ku li navçeya Til Berek di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo Umer Mûsa û Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û bal kişandin ser fedekariya malbatê ji bo parastina ewlehiya gelên herêmê. Her wiha hat zanîn ku malbatên wiha fedekar destaneyên dîrokî dinivîsin. Li aliyekî din jî hat diyarkirin ku şehîd Luqman û kurê wî şehîd Feysel di oxira azadî û jiyana hevbeş de bûn sembola fedekariyê.

Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hat veşartin.

Şehîd Feysel kurê şehîd Luqman beriya salekê li herêma Holê şehîd bûye.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (1) QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (2)

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …