QSD‘ê îdîa derewandin! 

 NAVENDA NÛÇEYAN – QSD‘ê îdîayên ku dibêjin  di navbera wan û çeteyên DAIŞ‘ê de agirbest pêk hatiye, derewand û got”Em bi hemû enerjiya xwe  û israra xwe di têkbirina terora li tevahî Sûriyê, berdewam in.”

Rêveberê Buroya Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê Mustefa Balî di daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera Hêzên Sûriyeye Demokratîk belav kiribû ev agahî da:

“Hê jî hêzên tarî û yên şikestî bi îdîayên xwe yên ne rast hewl didin hêza me û serkeftinên wê reş bikin, da ku moralê çeteyên yên şikestî bilind bikin.

Li ser tureyên civakî vê carê bi navê  ‘Miwade‘ hatiye belavkirin ku di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk û çeteyên DAIŞ‘ê yên terorist de belgeyan agirbestê hene. Em dikarin bendên vê belgeyê tenê wekî pêkenokekê bi nav bikin.

Em wekî Hêzên Sûriyeye Demokratîk, careke din tekez dikin ku hemleyên me yên şoreşgerî yên li dijî terorê ji dema ku di nava komên bi navê artêşa Azad bi awayekî veşartî derketin,  berewam in. Em bi hemû enerjiya, bi hemû israra xwe di têkbirina terora li tevahî Sûriyê de berdewam in.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …