Şervan di mercên giran de dîsa pêşde diçin

DÊRAZOR – Şervanên QSD’ê heta niha li qadên Dêrazorê firehiyeke mezin ku bi qasî hezaran kîlometreyan tê pîvandin, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û gihiştine sînorê Iraqê.

Di çarçoveya operasyona li aliyê sînorê Iraqê ku şevanên QSD’ê di 21’ê Mijdara 2017’an dest pê kirin de, hêzên QSD’ê gihiştin nêzî sînorê Iraqê. Piştî ku ew herêm ji çeteyan hatin paqijkirin, ala Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li wir hate bilindkirin.

Şervanên QSD’ê operesyona ku ji başûr-rojhilatê şirketa petrole ya El-Tenek ber bi sînorê Iraqê ve bi tevlîbuna 2 hezar şervanan dest pê kiribû. Şervanên QSD’ê di roja 3’emîn ya operesyona xwe de gihiştin ber sînorê Iraqê.

Fermandar û Şervanên ku di vê qadê de cihê xwe girtin, ji ANHA’yê re axivîn.

Yek ji fermandarên QSD’ê yê bi navê Rênas Qamişlo derbarê pêşveçûna hêzên QSD’ê li herêmê de, di axive.

Rênas got “Pêşveçûna me ber bi sînorê Iraqê ve berdewam dike, heya niha em 35 km peşde çûne. Niha em 2 km nêzî sînorê Iraqê ne. Pêşveçûna me berdewam dike. Armanca operasyona me rizgarkirina xeta sînor ya Iraqê ye. Em niha çeperên xwe çêdikin da ku parastina qadên rizgarkirî bikin.”

Rênas Qamışlo di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ew ê ber bi Ava Firatê ve pêşketşnên xwe berdewam bikin.

Rênas Qamişlo ev pêngav wekî pêngava serkeftin û operesyona tolhildana ji bo şehîdan bi nav kir û got “Bila DAIŞ û hevkarên wê baş bizanibin ku hovîtiya wan li kuderê be em ê wir bikin qada berxwedan û jiyanê.”

Şervanê bi navê Qendîl Dêrezor jî da xuyakirin ku ev 2 şev in pêşketina wan berdewam dike, ew gihiştine ber sînorê Iraqê.

Qendîl û kêfxweşiya xwe wiha bi ajansa me re parve kir “Em niha gihane ber sînorê Iraqê, şevê din em gihan ber sînor û rexmî hemû zorî û zehmetiyan jî di şert û mercên giran de em 35 km pêşve çûn û berê me li Çemê Firatê ye.”

Şervanên QSD’ê li kêleka ava Firatê bi coş û moralekî mezin peşveçûna xwe di şert û mercên giran de  berdewam dikin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …