NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi wesîleya 4`ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺEm 5. salvegera damezrandina YPJ û rojbûna Rêberê Gelan Rêber APO li mirovahiyê, li gelên Bakûrê Sûrî, li gelên Rojhilata Navîn û li tevahî jinên ku di şopa heqîqetê de têdikoşin pîroz dikin. Û hevrêyên di oxira şoreşa gelan de şehîd bûn bi bîr tînin û soza bilindkirina tekoşîn û girêdana xwe ya bi şehîdên nemir re nû dikin.

Em sala 5. ya avakirina YPJ’ê di nav merheleyekî tekoşînê yê dijwar de pêşwazî dikin. Yekîneyên parastina jin (YPJ) di serî de ji bo dengê jinên Kurd, jinên Sûrî û tevahî jinên Rojhilata Navîn bighîne cîhanê, di van 5 salên derbasbûyî de tekoşînekî bê hempa li hemberî çeteyên DAIŞ û gUrupên din ên ku temsîla zihniyeta desthilatdar dikirin, da pêşxistin. YPJ’ê li ser bingeha feraseta parastina hemû jinan bi çeka xwe, bi vîna xwe, bi cesaret û azweriyek mezin ya tekoşînê di nav şerê ku li ser navê parastina mirovahiyê hate dayîn de cihê xwe her tim di refên herî pêş de girt. Ev heqîqeta ku YPJ’ê bi şerê xwe yê parastinê derxist holê di nava demekî kin de bû îlhamek ji tevahî jinên cîhanê re.

Ev meh di heman demê de ji bo gelên Kurdistanê meha vejînê ye. Rojbûna Rêber APO ji bo gelê Kurd, jina Kurd û ji nûve dîroka Kurdistanê bû rojekî mîladî. Rêber APO, bi felsefeya jiyana azad, bi îdeolojî û rastiya xwe ya rêxistinî heqîqetek nû di Kurdistanê de da avakirin. Heqîqeta Rêber APO di bin banê paradigma netewa demoqratîk de îro ji tevahiya gelan re bûye rêya yekane ya çareseriya pirsgirêkên civakî.

Di vê pevajoya dîrokî ya ku sala pênçemîn a damezirandina YPJê dijîn de eşkere derketiye holê ku tekoşîna ji bo azadkirina gelan û jinan yên li Rojava tê meşandin bi Rojava re sînordar ne maye. Di heman demê de ji bo hemû jinên cihanê bûye mînakek. Li ser vê rastiyê YPJ’ê ji jinên hemû netew û pêkhatiyên cuda cuda îro xwe bi artêş kiriye. Bê guman xuluqdarên vê rastiya mezin ya şoreşa Rojava û avakirina YPJ’ê şehîdên me yên leheng in. Ji bo azadiya gelan û nasnameya jina azad şehîdên me destanên berxwedaniyê nivîsandin. Di şexsê rêheval Silava, Hebûn, Arîn, Destan, Avaşîn, Şervîn, Nalîn, Hêlîn, Sozdar, Amargî, Avêsta, Barîn, Ruhenda, Zîlan, Tekoşîn, Rûsyar, Lêgerîn û Hêlîn Qaraçox, de bi sedan hevalên me yên jin nûnertiya xeta jina azad kirin û bûn heqîqetên ebedî di rastiya şoreşa gelan de. Sala 5. ya tekoşînê bi Berxwedana Serdemê re xwe gîhandiye qonaxeke nû ya tekoşînê û ev tekoşîn bi biryardariyek mezin wê bi pêşengtiya YPJ’ê berdewam bike.

Tekoşîna ji bo Rojavaya Azad û Sûriya ya Demokratîk tê pêşxistin bi azadbûna jinan ve pêşdikeve. Tekoşîna ku bi vê zanebûnê, di bingeha paradîgmaya azadiya jinê û bi peşengtiya YPJ`ê tê meşandin ve îro şoreşa gelan tên jiyîn. Kedên Rêber Apo hîştiye ku îro jinên Kurd û gelên Kurdistanê bi nasnameyekî azad bijîn û hîn jî bi esas girtina felsefeya Rêber Apo ve şoreşê me zêdetir mezin dibe.

Em li ser van bingehan pratika pênç salên borî dinirxînin û tekoşîna hatiye meşandin digrin dest. Em ê sala 6. Bi rihê Berxwedana Serdemê tekoşîna xwe bi pêşbixin û bibin dengê tevahî jinên cîhanê.

Carekî din em 5. Salvegera avakirina YPJ û rojbûna Rêber APO, li tevahî jinan û gelên cîhanê pîroz dikin û şehîdên xwe yên nemir bibîrtînin.ʺ

 

  

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ