Merasîm bi beşdarbûna fermandar û şervanên YPG/YPJ, her wiha edanên rêveber ên saziyên bajarê Kobanê hate lidarxistin.Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Fermandariya YPG’ê Berxwedan Kobanê axivî û da zanîn ku şehîd Berxwedan ji bo parstina herêmê şehîd bûye û wiha dom kir: “Şehîd Berxwedan ji bo parstina sînorê kantonê cane xwe feda kir. Em ê jî heta dawî ji bo pêkanîna armancên wî tekoşînê bidin meşandi. Em ê xeta şehîdên xwe heta dawiyê biparêz in.”

Di berdewama merasîmê de Endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ehmed Şêxo axivî û derbarê kesayeta Şehîd Riyad de ev tişt anî ziman: “Şehîd Berxwedan heta dawî di çeperên şer de parstina herêmê dikir, heta kêliya dawî jî ji bo parstina sînorê Rojava şer kir.”

PIştî axaftin bi dawî bûn, nasnemaya şehîd hate xwendin, di dawiya merasîmê de jî girseya gel cenazeyê şehîd bi diruşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ