Nûçeya ku li ser malpera YPG`ê hatiye weşandin wiha wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê roja 2’ê Nîsanê ji sibehê saet 10:00’an heya ber bi êvarê li derdora navçeya Raco û sêgoşeya Bilbilê-Şera-Mabeta bi alîkariya balafirên şer operasyonê bejahî lidar xistin. Artêşa dagirker, bi balafirên şer li van qadan 7 caran bombebaran kiriye. Operasyona ku heya saetê êvarê berdewam kir, bê encam ma û paş de vegeriyan.ʺ