Roja Hemu Kedkar û Xebatkarên Cîhanê Pîroz Be!

Bi ked û rêncberiya hêzên ronesansê; em hatina roja cîhanî ya karkeran li hemû kedkarên cîhanê pîroz dikin. Di vê rojê de ji bo daxwaza mafên rewa, yên xwezayî û mirovî li dijî zilma mêtinger û kedxwaran xebat hatin yekkirin û deng hatin bilindkirin. Kedkaran ji bo pêşketina hemû mirovahiyê  xizmetên mezin kirinê û hîn jî van xizmetana didomînin. Li ser vê bingehê ev giyanên rêncber û destên kedkar bi berdewamî ji bo xûrtkirina hîmên şoreşa azadî û dadperweriyê tevkariyên xwe mezin dikin, kedeke bê dudilî pêşkêş dikin û gavên xwe li ser vê hîme diavêjin. Li ser vê bingehê; bi dil û ruhê kedkaran em ê bi hev re yekîtiya gelan ava bikin da ku hemû gel di nava aştî û aramiyê de bijîn.

 

 Fermandariya Giştî a YPJ’ê

 30-4-2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …