Daxuyanî Derbarê Şeşemîn Salvegera Êrişa Tirkiyê Ya Li Ser Qereçoxê

ji medya û raya giştî re

Em îro 20 rêhevalên xwe yên ku beriya 6 salan di encama êrîşa dewleta Tirk a li dijî navenda fermandariya operasyona leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê û navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê li Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê şehîd bibûn bi bîr tînin. Me û gelê xwe di vê rojê de Fermandar û şervanên mezin ên ku li hember hemû aliyên ku xêrê ji bo gel û axa me naxwazin, mîrateya berxwedan û fedakariyê li pey xwe hiştine winda kir.

Her wiha em helwesta welatparêzî û exlaqî ya bi rûmet a gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema êrîşa terorîstî de ku li dijî terora Tirkiyê serî hildan û bi deh hezaran ber bi çiyayê Qereçoxê ve bi rê ketin û dilsoziya xwe ya bênavber ji xwîna şehîdan re tekez kirin bi bîr tînin û silav dikin. ew helwesta welatparêzî bû yek ji nirxên bingehîn û mayînde yên vî gelî li beramberî şervanên me yên ku canê xwe ji bo parastina jiyana gelê xwe feda kirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Qereçoxê, tişta ku di belge û vîdyoyan de li ser hevkariya eşkere ya dewleta dagirker û rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û hemahengiya êrîşên wan li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca astengkirina têkoşîna me a li dijî terorê piştrast dike. ji ber ku hêzên me wê demê di qonaxên pêşkeftî de bûn ji bo jinavbirina paytexta rêxistina terorîst – Reqa, êrîşên Tirkiyê alîkariya Daişê kir ku bêtir dem bi dest bixe, refê xwe careke di birêxistin bike, da ku hewlên tinekirina wê asteng bike.

hemwextbûna êrîşa li ser Qereçoxê bi bîranîna salane ya qetlîama ku ji aliyê Tirkiyeyê ve berya nêzî sedsalek berê li dijî zêdetirî milyon û nîv Ermenî pêk anî, dîroka hovane ya dewleta dagirker a ku li ser esasê tunekirina gelên resen hatiye avakirin, bê dudilî îspat dike.

Dagirkeriya Tirk êrîşên hovane li dijî gel û herêmên me didomîne û bi berdewamî gefan li wan dixwe, û careke din hewla xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo vejandina DAIŞ’ê û peydakirina pêgeheke ewle ji bo wê nîşan dide li ser hesabê ewlekarî û aramiya bi milyonan xelkên bakur û bakurê Sûriyê ku her tim rastî êrîşên dualî yên DAIŞ û Tirkiyê tê. Di demeke ku em û hevkarên xwe balê dikişînin ser tunekirina şaneyên terorîst, lê dewleta dagirker hemû şiyanên xwe bikar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û jîngeha ewleh a xelkê heremê ku di dema borî de ji destê DAIŞê hatin rizgar kirin têk bibe.

Hêzên me bi berpirsyarî têdikoşin û şervanên xwe yên herî bi nirx feda dikin ji bo dabînkirina paşerojeke ewle ji bo gelê me û herêmê. Ji tekoşîna me ya bi nirx ti carî dev jê nayê berdan, û bi dilsoziya bi xwîna şehîdên xwe re, em ê li ser şopandina rêbazên berxwedanê yên nûjen ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî, berdewam bin.

Berdewamiya Yekîtî û tifaqa di navbera hêzên me û gelê me de wê bibe bijardeya herî baş û tekane ji bo bidestxistina wan armancan û pûçkirina hemû êrîşan.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

25ê Avrêl, 2023

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …