QSD`ê qafîle bi qafîle sivîlên Reqayê rizgar dike

REQA – Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê, 20 sivîlên din ku di nav de hin birîndar hebûn, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin.

Di çarçoveya rizgarkirina sivîlên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 20 sivîlên din ku din nav de hin kes ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve birîndar bibûn, ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Tîmên taybet ku sivîl gihandin cihên bi ewle, birîndar jî yekser rakirin noqteyên tenduristî.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku heta niha tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi hezaran sivîlên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kirine û ew gihandine cihên bi ewle.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …