QSD`ê bîlanço eşkere kir: 9 leşkerên Tirk hatin kuştin, şer dewam dike

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 18 a Berxwedana Serdemê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

Bilbilê: Gundê Çele ji duh saet 03:00` şev rastî topbaraneke dijwar hat. Topbaran çend saetan dewam kir. Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî di saet  23:00`an de hewl dan di aliyê  gundê Şêxruzê de bi pêşve werin. Hêzên  me bersiv dan û li herêmê şerekî diwar heta saetên sibê dewam kir. Hêzên me derbeyên giran  li dijmin xistin û erebeyeke leşkerî ji cûreya BMB bi temamî rûxandin.

Cindirêsê: Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirkiyê di saet 11:00`an de li herêma Cindirêsê û taybet li gundê El-Mehmediye geriyan. Her wiha  heman balafiran sê tiştên reş, li nêzî noqteyên komên cîhadî li ser sînor avêtin, lê nehat naskirin ew tiştên biyanî  çi ne.

Di saet 11:00`an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar gundê Dîr Belot topbaran kir.  Her wiha artêşa Tirk gundê Sindiyaka topbaran kir.

Şiyê: Yekîniyeke me yê sekvan li derdora girê îzayê çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di heman demê, hêzên me çalakiyek li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li girê îzayê lidar xistin û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di saet piştî 13:00`an de artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî hewl dan ber bi  gundê Hec Bîlal ve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê heta niha şer dewam dike. Di heman demê de, artêşa Tirk ji Reyhanlî gundên Çeqela di saet  piştî nîvro topbaran kir. Heta niha topbaran dewam dike.

Raco: Navenda herêma Raco careke din rastî topbaraneke dijwar hat. 8 top li daketina herêmê ketin û heta niha topbaran dewam dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …