Jinên Helebê: Em deyîndarên YPJ`ê ne

HELEB- Jinên taxên rojhilatê Helebê ji bo YPJ`ê name nivîsandibûn û gotin ku ew deyîndarên YPJ`ê ne.HLB-TEVLEBUNA-JINEN-TAXEN-ROJHILAT2

Şahiya 8`ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd ku bi hemû pêkhateyên xwe Ereb, Kurd, Tirkmen û Suryan tê lidar xistin, didome.

Jinên taxên Rojhilatê Helebê bi boneya 8`ê Adarê ji şervanên YPJ`ê re name rêkiribûn. Endama Meclîsa taxên rojhilatê Helebê Remziya Ehmed name xwend. Di nameyê de roja 8`ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên ji bo azadiyê û tevahî jinên cîhanê hatibû pîroz kirin.

HLB-TEVLEBUNA-JINEN-TAXEN-ROJHILAT5Her wiha di nameyê de berxwedaniya YPJ`ê ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wiha hatibû bi lêv kirin:ʺ Di vê pêvajoyê de me dît ku çawa YPJ`ê parastina me dikir û ji bo azadiya gel û jin li ber xwe da. YPJ`ê li Kobanê, Cizîrê, Efrîn, Heleb, Şêxmeqsûd û taxên rojhilat li ber xwe daʺ.

Name bi van gotinan bi daw bû:ʺ Em weke jinên taxên rojhilatê Helebê li beramberî YPJ`ê ku ji bo azadiya jinên têdikoşe deyîndarin. Heyanî em azad bibin, em soz didin wan ku riya wan bişopînin û têbikişinʺ.

Şahî bi pêşkêşkirina awazan didome.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …