YPJ‘ê serdana malbatên şehîdan kir

KOBANÊ-Bi wesîleya hefteya qehremanî, şervanên YPJ‘ê serdana malbatên Şehîdan ên Kantona Kobanê kirin û diyarî diyarî malbatan kir.KOB-SERDANA-Y-P-J-JI-SAZIYA-MALBATA-SEHIDAN ‫(1)‬ ‫‬

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji Berdeva Fermî ya YPJ‘ê Nesrîn Abdullah, Fermandara YPJ‘ê ya Kantona Efrînê Nûiyan Dêrik û Fermandara YPJ‘ê Sozdar Dêrik pêk dihat serdana Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê kir û ji aliyên malbatên şehîdan ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, pêşveçûnên hemleya Xezeba Firatê û rizgarkirina gelek deverên stratîjîk ji aliyên şervanên QSD‘ê ve hatin nîqaşkirin.

Malbatên şehîdan spasiya YPJʹê kirin û daxwaza dûbarekirina mîna van serdanan kirin.

Di dawiyê de, şervanên YPJ‘ê mertaleke diyarî malbatên şehîdan kir.

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …