Nasnameya 3 şehîdên YPG`ê hate eşkerekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê  nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî, nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺPêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêrezorê ku bi pêşengtiya hêzên QSD, YPG û YPJ`ê hatibû destpêkirin bi dijwarî berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê tên lidarxistin de 2 rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha rêhevalekî me jî ku li Girê Spî li ser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd ketiye.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Baran Welat

Nasnav: Baran Welat

Nav û Paşnav: Beşar Yusif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 15 Sibat 2018

Kendal Kobanê

Nasnav: Kendal Kobanê

Nav û Paşnav: Şahîn Seîdo

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Spî

Cih û Dîroka Şehadetê: Girêspî / 14 Sibat 2018

Polat

Nasnav: Polat

Nav û Paşnav: Mitab El Kurdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ubeyd

Cihê Ji Dayikbûnê: Eyn Îsa

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 7 Sibat 2018.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …