Gundê Basûtê tê topbarankirin: Şehîd û birîndarên sivîl hene

EFRÎN – Di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Basûtê ya navçeya Şêrawa de, zarokek şehîd bû û 7 zarok û sivîlek birîndar bûn.Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Basûtê yê Şêrawa bi obîsan topbaran kir. Di encamê de zaroka 13 salî ya bi navê Hîva Kilaho şehîd bû, 7 zarokên bi navên ″Dîlber Kilaho (13), Mihemed Nebiye (4), Henan Kilaho (11), Cînav Kilaho (8), Ava Kilaho (11), Dijwar Kilaho (8), Şivan Kilaho (7)″ û welatiyê bi navê Xelîl Kilaho (42) birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê, lê heta niha rewşa wan nehatiye nasîn.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …