Efrîniyan du şehîdên xwe oxir kirin

EFRÎN – Bi sedan şêniyên kantona Efrînê, cenazeyên şervanên YPG‘ê Dildar Yûsif Henan (Deştî Amanos) û Zagros Zerdeşt li goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna oxir kirin.EFRIN-SERA-OXIRKIRNA-SEHIN-YPG (4)

Şervanê YPG‘ê Dildar Yûsif Henan (Deştî Amanos) ji gundê Meydankê ye, di 5‘ê vê mehê de dema êrîşên çeteyên li ser Tebqayê bersivan şehîd bû. Zagros Zerdeşt ji gundê Baflûn e, di 6‘ê vê mehê de li nexweşxaneya Avîrn a kantona Efrînê şehîd bû.

Girseya gel cenazeyên herdû şehîdan ji nexweşxaneya Avrîn a wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên her du şehîdan hatibû xemilandin, ber bi gundê Matîna yê girêdayî navçeya Şera ve ketin rê. Girse di wê navberê de, dirûşmeyên şehîd namirin beriz dikirin.EFRIN-SERA-OXIRKIRNA-SEHIN-YPG (6)

Dema gihiştin goristanê, li vir merasîmeke hate lidarxistin. Şervanên hêzên Erka Xweprastinê, YPJ û YPG‘ê tûraneke leşkerî li darxistin.

Di merasîmê de, li ser navê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer, bi navê YPG‘ê Rojhat Efrînî, bi navê Saziya Gaziyan endamê saziyê bavê şehîd Deştî Şoreş Amed û bi navê malbata Şehîd Zagros birayê wî Seydo Seydo axaftin hatin kirin.

Axaftivana sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û rola wan di parastina rûmeta gelan vegotin.  Di axaftinan de berxwedana şervanên YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê ya li dijî terorîstan silav kirin.

Di axaftinan de her wiha, soza domandina riya şehîdan hate dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Piştî axaftinan nasnameya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.

Welatiyan cenazeyên şehîdan rakirin û di nava dirûşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …