Ji Bo Gelê Me û Raya Giştî!

Feraseta dijminahiya azadiyê dike her carê bi komkujiyan hewl dide ku têkoşîna azadiya jin û gelan bişkîne. Ji lewra her jin û kesê ku jiyana xwe fedayê tekoşîna azadiya gelan kirine dibine hedefa desthilatdarên faşist. Dewleta Tirk a dagirker careke din li hemû deverên cîhanê bi awayê herî nemerdane dijminahiya xwe ya ku li hember jinên bindestî nepejirandine û pêşengtiya tekoşîna azadiyê dikin, nîşanî tevahî cîhanê da. Komkujiya ku li Parisê di şexsê Hevrê Evîn Goyî de pêk hat vê rastiyê şênber dike. Ji ber ku komkujî ji dîrokê heya roja me ya îro nasnameya Komara dewleta Tirk e.
Hevrê Evîn weke jineke Kurd a tekoşer, hemû jiyana xwe di oxira azadiya jin û gelan de feda kir. Li hemû deverên Kurdistanê ji bo welatê xwe kar û xebat meşand. Dema çeteyên DAİŞ’ê êrîşê Rojava kir ji bo gelê xwe berê xwe da axa Rojavayê Kurdistanê. Li hember gelê xwe erkê xwe yê welatparêziya jin bi dilekî wêrek pêk anî. Kesayetên weke hevrê Evîn li hemû deverên Kurdistanê ji bo azadiya tevahî gelan tekoşîneke bêeman dane meşandin. Ji ber wê yekê ji aliyê Rejîma Faşist a Erdoğan ve hate hedef girtin.
Weke hêzên YPJ’ê em vê komkujiyê şermezar dikin, ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û birîndarên komkujiyê re şifa dixwazin. Ev komkujiya di şexsê hevrê Evîn, Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi nirx Abdullah Kizil de li hemberî gelê Kurd û gelê bindest pêk hat. Dilsoziya Hevrê Evîn a ji bo azadiyê dilsoziya YPJ’ê a ji bo azadiyê ye, emê jî li ser mîrateya ku heval Evîn ji me re hêliştiye tekoşîna xwe berztir bikin. Soza me ew soz e ku emê tola jinên ku ji aliyê deshilatdaran ve hatine qetilkirin li erde nehêlin.
Fermandariya Giştî a YPJ’ê
26.12.2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …