Rapora Salane Ya Bîlançoya Binpêkirinên Dagirkeriya Tirk Û Çeteyên DAIŞ’ê Yên Li Ser Herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Di sala 2022’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran binpêkirin li dijî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê û şêniyên wê pêk anîn, ji ber vê yekê sala 2022’an bû sala herî bi xwîn û ziyanên madî û fizîkî gihande gel. Piştî sala 2019’an, ango piştî dagirkirina dewleta Tirk a bajarên Girê Spî û Serê kaniyê, bi awayek bê serûber balafirên şer, balafirên bê mirov, çekên giran û tang û top bi awayekî dijwar bikar anî. Van êrîşan ziyaneke mezin gihande binesaziya herêmê, cihên niştecihbûnê, rê û zeviyan. Ji ber wêrankirina berfireh û bombebarana berdewam ya dagirkeriyê ku bi awayekî eşkere gefa vê yekê dixwe, dibe sedema karaseteke mirovî.

Zêdebûna binpêkirinên dagirkeriya Tirk û armanckirina wê ya rasterast û berfereh li ser sivîlên ku xaniyên wan li ser serê wan hilweşiya ye, di encama bombebarana tund û berdewam a dewleta Tirk de zerarên mezin çêbûn. Bi vê yekê rasterast sazî, dezgehên xizmetguzarî, perwerdehî û tenduristiyê û di nav de cihên enerjiyê, kehrebe, av û şaredarî, mizgeft, goristan, gund û bajarên ku sivîl lê dijîn, hatin hedef girtin. Ji Efrînê heta bi Kobanê û Dêrikê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên berfireh pêk anîn. Hedefgirtina jin, zarok, kal û pîrên me, careke din niyeta dagirkeriyê piştrast dike ku gelê me koçber bike û wan neçar bihêle ku malên xwe berdin. Ev sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Û ev yek jî bi awayek eşkere bi belge îspat bûye ku dagirkeriya Tirk sûcên şer pêk tine.

Li gel êrîşên hovane yên bê navber, dagirkeriyê Tirk bi mebesta têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajan û sîxur bikar anî. Her wiha hewl da ku nakokiyan di nava gel ava bike û tirs û xofê bixe dilê gel de. Lê di çarçoveya operasyona Sondê de bi dehan şaneyên girêdayî dagirkeriyê, sixurên ku destê wan di şehîdxistina fermandar, şervan û welatparêzên me de hebûn hatin girtin. Di nava wan de şebekeyên bazirganiya madeyên hişber jî hatin pûç kirin.

Bi rêya armanckirina rasterast a fermandar û şervanên hêzên me yên ku di têkbirina dewleta idiakirî ya DAIŞ`ê de roleke wan ya herî berçav hebû. Her wiha hemahengiya eşkere di navbera êrîşên dagirkeriya Tirk û tevgera DAIŞ`ê de, careke din derkete holê. Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyeke berbiçav ji çeteyên DAIŞ`ê re pêşkêş kir. Di êrîşa rêxistina terorîst li ser zindana Sînaa li Hesekê û êrîşên li ser kampa Holê û derdora wê de. Kuştina serkirde û endamên DAIŞ`ê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê, li herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, careke din mezintirîn astengî li pêşiya têkoşîna hêzên me û hêzên navneteweyî bû. Ji ber ev qadên dagirkirî veguherîne qadên perwerde kirin û amadekirina çeteyên DAİŞ’ê. Ji ber vê rewşê, ji bo dawî li tunekirina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bê dagirkeriya Tirk astengiya herî mezine. Çeteyên DAIŞ`ê ku her tim sînorê Tirkiyê bikartînin ji bo derbasî xaka Sûriyê bibin, Ango ev Herêmên Tirkiyê dagir kiriye, hembêza germ a serkirde û endamên DAİŞ’ê ne.

Di vê raporê de bilançoya giştî ya binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmar û encamên êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û operasyonên hêzên me bi Beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî şaneyên rêxistina terorîste:

Yekemîn – Bilançoya Binpêkirinên Dewleta Tirk:

Di sala 2022’an de hejmara êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk derkete 17 hezar û 596 êrîşan û wiha bû:

  • Hejmara topên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatin avêtin: /17433/ di navbera obîs, hawan û tankan de bû.
  • Hejmara lêdanên balafirên bê mirov: /120/ car, ji wan pênc bi belafirên bê mirov ên xwekujî bûn.
  • Hejmara êrîşên ezmanî: /43/ êrîş.
  • Hejmara birîndarên sivîl: /263/ sivîl, ji nav wan /59/ zarok /44/ jin.
  • Hejmara şehîdên sivîl: /59/ sivîl, di nav wan de /12/ zarok /5/ jin.
  • Di çalakiyên bersivdayîna rewa de, hejmara kuştiyên dijmin: 44 leşkerên dagirkeriyê Tirk û 22 çete.

Ziyanên ji ber êrîşan derketine, wiha ne:

  • Hilweşandina avahiya Şaredariya Gel a Zirganê.
  • Rûxandina şebekeya elektrîkê li Til Temirê, xeta /66/ kilo volt.
  • Jinavbirina santrala çaremîn a elektirîkê li gundê “Teqil Beqil” yê gundewarên Dêrikê.
  • Wêrankirin û rûxandina dibistana seretayî li gundê “Qeramel” li herêmên Şehba yê.
  • Wêrankirina qismî ya goristana Aşûriyan li gundên Til Cûma û Til Şenan.
  • Zirar gihîştin şebekeya Înternetê ya Zirganê.
  • Wêrankirina beşek ji Dêra “Marsiwa” li gundewarê Til Temrê ku girêdayî bajarê Hesekê ye.
  • Zirar li mizgefta gundê “El-Cat” a Minbicê, çêbû.
  • Stasyona dehfandina avê li gundê “El-Fatsa” yê girêdayî gundewarê Eyn Îsayê di encama topbarana dubare de rawestiya.
  • Di encama hedefgirtinê de zirareke mezin li kargeheke singeran li Hesekê, çêbû.
  • Wêrankirina navendeke perwerdehiya keçan li Hesekê.
  • Zirara li şirketa aşan li Kobanê.
  • Ziyan li stasyona avê li gundê “El-Hîşa” yê gundewarên Eyn Îsa yê.
  • Li Tel Temirê zirara şebekeya kehrebê ya bilind.
  • Li gundê Dehr El-Ereb yê girldayî Zirganê, depoya genim bi qismî hatin wêran kirin.
  • Rûxandina avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Zirganê.
  • Armanckirina xetên kehreba bilind ku keherebê dide stasyona Til Temirê. Qutbûna xeta kehreba bilind /66/ kilo volt
  • Armanckirina nexweşxaneya Koronayê li Qamişlo.
  • Hedef girtina saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser li Zirgan, Til Temir û Eyn Îsa.
  • Ji ber bombebaranê, ziyan gihişte mizgefta gundê “El-Fatsa”.
  • Zirarek mezin li stasyona petrolê ya Dîcle ya li bajarokê Çil Axa çêbû.
  • Stasyona gazê ya Siweydiyê ji ber ku ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin û zirareke mezin dît, ji xizmetê derket.
  • Hedef girtina stasyona “Saîda” û “Zaraba” yên li gundewarê bakurê Tirbesipî yê.
  • Armanckirina stasyona komkirina petrolê li gundê “Meşûq” û tankêrek li stasyona “Mil Hesnak” a bajarê Tirbespiyê.
  • Armanckirina stasyona elektrîkê ya navçeya Tirbespî yê.
  • Armanckirina bîrên petrolê li navçeya Tirbespî yê.
  • Stasyona gazê ya Siweydiyê ya li Dêrikê cara duyemîn bû hedef.
  • Li Kobanê nexweşxaneya Koronayê hate rûxandin.
  • Wêrankirina klînîka gundê “Qeremox” yê girêdayî bajarê Kobanê.
  • Armanckirina birca telefonê li gundê “Salûk” yê girêdayî bajarê Kobanê.
  • Wêrankirin û rûxandina mizgefta gundê “El-Tirwaziyê” li gundewarê Zirgan.
  • Armanckirina firina gundê “El-Rebîat” ê navçeya Zirganê ku ji xizmetê derket.
  • Rêyên ku sivîl bikar tînin hatin armanc kirin, her wiha bi zanebûn hedef girtina cotkar û makîneyên wan ên çandiniyê.

Duyemîn: Encamên Êrîşên Rêxistina Terorîst A DAIŞ`ê Û Operasyonên Hêzên Me Bi Beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî Li Dijî Şaneyên wê:

Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ji firsenda mijûlbûna hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê sûd werdigirt û leza êrîşên xwe yên li dijî gelên herêmê û yên ku terora wê red dikin, zêde kir. DAIŞ’ê li dijî hêzên ewlekarî û leşkerî, girtîgeh û kampên ku girtî û malbatên wan tê de ne gelek êrîş pêk anîn. Di êrîşên ku rêxistina terorîst DAIŞ’ê di sala 2022`an de pêk anî de, di warê taktîk de guhertinekê nîşan dide. Di wê hewldanê de ye ku hêza xwe îspat bike, hêvî û enerjiyê bide şaneyên xwe da ku rihettir êrîş bike.

  • Tevahiya çalakiyên hêzên me û koalîsyona navneteweyî li dijî şaneyên rêxistina terorê:

Hejmara operasyonan /113/, di nav de /3/ menawrayên leşkerî li gel Hevpeymaniya Navdewletî pêk hatin.

Herêmên operasyonê:

A- Hesekê û gundewarên wê: /43/ operasyon, di nav de /8/ operasyon derdora kampa Holê.

B – Herêmên Dêrazor: /53/ operasyon.

C- Reqa û gundewarên wê: /13/ operasyon, yek ji wan operasyona Tebqayê.

H – Minbic: yek operasyon

  • Di Operasyona Gurzê Gelan de, Girtîgeha Sînaa:
  • 3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de veşartibûn kete bin kontrolê.
  • Di şerê bi hêzên me re 386 terorîstên ku ji derve êrîşî girtîgehê kirin hatin kuştin.

Hejmara şaneyên DAIŞ’ê yên ku hatin girtin:

Hejmara kesên ku di operasyonên cuda de hatin girtin, gihişte /267/ terorîst (di navbera serkirde, endam û hevkar de).

Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê di operasyonan de:

387 terorîst hatin kuştin ku 375 terorîst ji derve di pevçûnên bi hêzên me re û 12 terorîstên din jî di çarçoveya operasyonên cuda de ji derve ve êrîş birin ser girtîgeha Sînaa.

3-Hejmara operasyonên terorî yên DAIŞ’ê di nav de (êrîşên xwekujî – teqemenî – tehdîd kirina sivîlan): 176.

Di têkoşîna rewa ya hêzên me de, ku biryardariya me ya esasî parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê ye, li dijî êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û hemû aliyên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin, asteke xurt a berxwedan û çalakiyên QSD’ê derkete holê. Li ser vê bingehê 178 şervanên me bi fedekariyeke mezin li ber planên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê bûn asteng û gihiştin asta şehadetê, ji wan 95 di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk de, 69 li dijî şaneyên Daişê, 14 şehîd di encama nexweşî û qezayên tirafîkê de şehîd bûn.

Li ser vê bingehê dema ku em soza berdewamkirina têkoşîna li dijî hemû êrîşan ji gelê xwe re nû dikin, em careke din bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember binpêkirinên giran ên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me bi berpirsyarî û erkên xwe rabin. Her wiha em bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku li gorî mezinahiya metirsî, kêşeyên DAIŞ`ê û çeteyên wê û asta wêrankirina herêmê da ku piştevaniya zêde ji gelê herêmê û hêzên me re bike.

 

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk

28 Kanûn 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …