Ji ber topbaranê dagirkeriya Tirk Kawa Ehmed birîndar bû

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker gundên Qota û Kara yên navçeya Bilbilê topbaran kirin, di encamê de sivîlek birîndar bû.

çavkanıyanê ji herêmê ragihandin ku di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Qota de welatiyê bi navê Kawa Ehmed Hebîb birîndar bû. Her wiha ziyaneke mezin gihîşt mal û dikanên sivîlan.

Kawa ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avirîn a bajarê Efrînê.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …