EFRÎN– Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro gundê Hac Xelîl ê herêma Racoyê bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.
Gundê Hac Xelîl 2 km dûrî navenda Racoyê de, niştecihên herêmê ku ev 24 roj in rastî êrîşan tên, serî ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re netewandin û payama xwe ya berxwedanê da.
Gund îro rastî êrîşên dijwar bi topan hat û hetanî saetê ber êvarî dewam kir. Di encamê de ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.
Di vê dîmenê de asta êrîşan diyar dibe.