‘Di 24 saetan de herî kêm 9 jê hêzên taybet ên Tirk  21 leşker û çete hatin kuştin’

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.

Mabata

Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.

Şera

Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin. Taybet şer li aliyê gundên Baflûne û Çema rû dan.

Di heman demê, li aliyê gundên Çema û Omera hêzên me panzêreke ji cûreya BMB  bi temamî rûxandin û leşker û çeteyên têde hebû hatin kuştin.

Raco

Li vê eniyê şerên giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.

Li gundê Mosaka jî di navbera hêzên me û hêzên taybet ên Tirk ên bi navên POH û JOH şerên giran rû dan û di encamê de herî kêm 9 ji hêzên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Cindirêsê

Ji destpêka êrîşê heta niha, li vê eniyê şer ranwestiyaye. Hêzên me berisvê didin artêşa dagirker û çeteyên wê. Di saetên piştî nîvor de, li gundên Hemîlka û Heclîre di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû dan. Di encamê de, li gundê Hemîlka 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha di şerê li gundê Heclîra de jî 2 leşkerî Tirk û 7 çete hatin kuştin. Her wiha 8 çeteyên din jî birîndar bûn.

Ji saetên sibê heta niha balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda  herêma Cindirêsê bombebaran dike.

Şiyê

Ji saetên sibê heta niha şerên giran li navçeya Şiyê rû didin. Her wiha navenda navçeyê û gundên derdora wê rastî bombebaran û topbarana  artêşa Tirk a dagirker tên.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …