Ev e encamên hovîtiya dagirkeran li Mezara Şehîd Seydo

 EFRÎN – Hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên herêma Efrînê û binesaziyên herêmê weke mizgeft, deverên dîrokî û mezarên şehîdan ji 20’ê Çile ve berdewam dike.

Artêşa Tirk îdîa dike ku ew li gorî ola Îslamê tevdigere û şerê terorê dike, lê bi riya gelek belge û dîmenan rastiya dewleta Tirk eşkere dibe ku ti girêdana wê bi ola Îslamê re tune ye û hemû nirx û pîvanên olên ezmanî binpê dike û deverên îbadet û mezaran wêran dike.

Balefirên artêşa dagirker beriya hefteyekê mezara şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê ya devera Cindirêsê armanc girt û di encamê de gelek kêlên gorên şehîdan hatin wêrankirin.

EFR-CINDRESE-DEWLETA-TURK-GURSTANA-SEHID-SEYDO-ROXANDIN (3) EFR-CINDRESE-DEWLETA-TURK-GURSTANA-SEHID-SEYDO-ROXANDIN (1)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …