Encamên mehekê ya Bagera Cizîrê

DÊRAZOR – Pêngava Bagera Cizîrê mehek pey xwe hişt û di encama vî mehê de şervanên QSD’ê 3 hezar 468 KM2 pêşde çûn, 156 çete hatin kuştin û her wiha 50 hezar zêdetir gelê sivîl hate rizgar kirin.

Bi kongereyek çapemeniyê Pêngava Bagera Cizîrê ji aliyê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor û Fermandariya QSD’ê di 9’ê îlonê de hate ragihandin. Armanca vê pêngavê rizgarkirina tevahî rojhilatê çemê Firatê,  gund û herêmên girêdayî Cizîrê ye.

Pêngava Bagera Cizîrê mehek li pey xwe hişt. Di nava vê mehê de Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê gelek bajarok, gund û herêmeke berfireh ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê destpêkê di du baskan de pêş ketin, baskê Ebû Fas û Ebu Xeşeb. Piştî wê di 28’ê îlonê de Fermandariya QSD’ê ragihand ku ji bo zûtirin dem herêm ji çeteyan were paqij kirin, çeteyan bêxin çemberê, êrîşên çeteyan bê bandor bikin wê di çar baskên sereke de Pêngav Bagera Cizîrê berdewam bike. Navên baskan wiha ne Baskê Mergede, Baskê Siwar, Baskê Cezrat û Baskê Herêma Pîşesazî ne. Di 2’ê cotmehê de Baskê Herêma pişesazî tevahî ji mayîn hate paqij kirin û şervanên QSD’ê li vî baskî çeperên xwe saxlem kirin.

Di 2’ê cotmehê pê de şervanên QSD’ê di baskên Mergede, Siwar û Cezrat de pêş dikevin. Ev bilanço ya ku rojane ji aliyên QSD’ê ve hatiye dayin, me wekî ajansa ANAH’yê  komî ser hev kirin.

Di nava mehekî de şervanên QSD’ê di her çar baksan de karîn 3 hear 468 KM2 ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqij kirin.

Di nava vê mehê de cihên stratejîk yên hatine rizgar kirin şirketa Şekir, Pembû, Ceyran, Ta, Konîka, Ezba û Cefir hatin rizgarkirin. Bajarokê  Siwar yê dikeve bakur rojhilatê bajarê Dêrazorê hate rizgarkirin.

Gundên ku di vê mehê de dikevin Baskê Siwar ên hatin rizgar kirin navê wan wiha ne; gundê Wesiha û Sed dikeve bakurê rojhilatê Dêrazorê. Baskên Mergede jî gundên Bir Emedi, Bir Nefex û Ciwêf dikevin bakurê rojavayê Dêrazorê. Baskê Cezrat jî gundên Til Ebû Fehed, Licê, Zelbiya, Hemoşiya mezin, Hemoşiya biçûk, Kesra yên dikevin bakurê rojavayê Dêrazorê hatin rizgar kirin. Her wiha li her çar baskên pêngavê de 480 mezra hatin rizgarkirin.

Di nava şerên ku vê mehê de rûdayîn de 156 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyê 27 çeteyan ketin destê şervanên QSD’ê. Her wiha şervanên QSD’ê bi ekîbên taybet operasyon kirin, encama van operasyona de 70 çete bi saxî ketin destê şervanan. Di nava çeteyên hatin girtin de serçete jî hene. Şervanên QSD’ê giştî di vê mehê de 10 erebeyên teqemeniyê, 4 erebeyên leşkerî, 3 doşka, motorek û Panzêrek rûxandin.

Cepxane û tiştên leşkeri yên ku ketine destê şervanên QSD’ê wiha ne: 27 kleş, 8 BKC, 5 cihazên bêtêl, erebeyek Toyota, 8 fûze û gel qayidên wê, 7 tanzêr, doşkek 14.5, 2 çekên segvantî, 5 B7, 2 borno, demancek, çifteyek, 83 hawanên 120, hamerek, erebeyek teqînê, 6 rext,  2 balefirên keşfê, 2 sindoqên serkên hewanê û gelek cebilxane hate desteserkirin.

Di nava vê mehê de 50 hezar zêdetir gelê sivîl yê Dêrazor, Hims, Hema û hwd hate rizgar kirin. Di encama van şeran de 45 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …