Lîlwa Ebdulah ji ciwanan xwest beşdarî QSD’ê bibin

DÊRAZOR – Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdulah bang li ciwan û jinên ciwan ên herêma Dêrazorê ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, kir ku beşdarî nava xebatên parastinê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bibin û hemû deverên xwe ji bin destên çeteyan rizgar bikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hevdîtinek bi Berdevka Fermî ya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê Lîlwa Ebdulah re pêk anî.

Lîlwa Ebdulah di destpêka axaftina xwe de got ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk xwedî leheng û xwedî namûs in û serkeftinên mezin bi dest xwe ve anîn û karibûn bi hezaran welatiyên sivîl ên gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê û herî dawî Dêrazorê û gundewarê wê rizgar bikin.

Lîlwa Ebdulah di axaftina xwe de bang li hemû ciwan û jinên ciwan ên Dêrazorê ku ji destên çeteyan hatine rizgarkirin di demeke lezgîn de beşdarî nava xebatên parastinê yên QSD’ê bibn û têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina giştî herêmê ji destên çeteyan bidomînin.

Lîlwa Ebdulah behsa beşdarbûna xwe jî kir ku çawa weke jinekê beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel bûye û niha weke berdevka fermî ya Bagera Cizîrê hatiye hilbijartin û wiha domand: “Ez ji bajarê Dêrazorê koçber bûm, di encama şopandina min a nûçeyan de, min heta astekê lehengiya şervanên jin ên YPJ’ê nas kirin û min xwe ez wan ji nêz ve nas bikim. Min cesaret û rihê hevaltiyê ya bê sînor di nava YPJ’ê de nas kir. Nemaze têkoşîna wan ji bo rizgarkirina hemû welatiyên sivîl ji destên çeteyan û xwerizgarkirina ji sîstema baviksalariyê. Di encamê de ez beşdarî nava şervanên azadiyê YPJ’ê bûm.”

Lîlwa Ebdulah da zanîn ku beriya Bagera Cizîrê dest pê bike, ew di nava xebatên YPJ’ê de di hemleyên QSD’ê de cihê xwe digirt, lê piştî ku hemleya li bajarê wê hate destpêkirin wê xwest ew jî beşdarî nava vê hemleyê bibe.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …