10 çete hatin kuştin 195 sivîl hatin rizgarkirin

REQA– Di şerê li navenda Reqayê de 10 çete hatin kuştin, 195 sivîlên din hatin rizgarkirin.

Şer û pêvçûnên li taxên navenda Reqayê bi dijwarî berdewam dike. Ji şevê din ve û heta îro vê sibê li taxên Nehda, taxa Kurdan, Berîd, derdora nexweşxaneya Watanî, çerxerêya Neîm û stada fûtbolê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî berdewam kir. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dan û pêş ve diçin. Li van deverên şer lê diqewime her diçe dor li çeteyan teng dibe. Di encama şerê şevê din û heta destê sibê de 10 çete hatin kuştin û çeteyekî jî xwe radestî şervanan kir. Her wiha miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî kete destê şervanan.

Ji aliyê din ve operasyona rizgarkirina sivîlan berdewam dike. Ji şevê din heta îro sibê 195 sivîlên din jî hatin rizgarkirin. Di nava sivîlan de çeteyên birîndar ku dixwestin birevin jî hebûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …