Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Herêmê Di 27’Ê Mijdara 2022’An De

Di roja heştemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 90 gund û bajarok ji aliyê balafirên şer, top û tankan ve hatin bombebarankirin.

Ev êrîş, zîhniyeta hovane ya dagirkeriya Tirk di hedefgirtina herêmê û jiyana bi milyonan şêniyên wê yên resen û koçberên ji herêmên din ên Sûriyeyê yên ku ewlekarî û Aştî li herêmên me dîtine, bi awayekî ku rûmet û nasnameya xwe diparêzin, piştrast dike.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 26ê Mijdarê û herwiha encamên roja 27ê Mijdarê ev in:

 

26ê Mijdarê

 

Herêma Cizîrê

Til Temir:

Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliye û Til Leben bi 10 obusan hatin topbaran kirin.

 

Herêma Firatê

Kobanê:

Gundên Goran, Xan, Zorava, Zormexar, Bûban û Siftek bi 12 obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

 

Girê Sipî:

Gundên Til Xan, Ebû Nîtona û Girê Qertel bi obus û hawanan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

 

Eyn Îsa:

Gundên Fatisa, Girêha û nêzî saumayên Eyn Îsa bi 3 obus û 3 hawanan hatin topbaran kirin.

 

Minbic:

Gundên Qirt Wêran, Korheyuk, Kawiklî, Cat, Ewn Dadat û Hoşeriyê bi 7 obus û 14 hawanan hatin topbaran kirin.

 

Tirwaziyê:

Bejahiya bajaroka Qenterî bi 15 obusan hat topbaran kirin.

 

 

27ê Mijdarê:

 

Herêma Efrînê:

Balafirgeha Minnix û gundên Malikiye, Merenaz û Şewarqa bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.

Gundê Şêx Îsa bi balafirê keşfê hat bombebaran kirin.

Gundên Zîwan, Xirbet El Şealê, Eyn Deqnê, Bêlluniye, Şêx Îsa, Werdiye, Til Madiq, Girê Meyasê, Girê Bênê, Bênê, Soxanekê, Şewarqa, Merenaz, Elqemiye, Tatmaraş, Malikiye, Aqibê, Ziyaretê û Tinnib bi 396 obus, 96 hawan û gulleyên bombeavêjê hatin topbaran kirin. Di encama van topbaranan de li gundê Aqibê zarokek 9 salî birîndar bû. Li gundê Tinnibê jî 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.

 

Herêma Cizîrê

Til Temir:

Gundên Gozeliyê, Til Leben, Til Tewil

Zirgan:

Gundên Bobî, Noweth, Rabîat û bajaroka Zirganê bi 37 obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Balafiren keşfê bajaroka Zirganê 3 caran bombebaran kirin.

Li hember van êrişan hêzên me qaîdeyên Bab El Xêr, Ebdilhey û Hemdûş bi katyuşa û hawanan topbaran kirin.

Herêma Firatê

Kobanî:

Gundên Xerîb, Qeremox, Cîşan, Xirbîsan, Goran Xan, Gulteb, Korê, Zormexar, Diqdiqan, Ziyaret, Çarixlî, Kaniya Kurda, Çemê Firatê û bajaroka Şiyux Foqanî bi 17 obus, 3 hawan û 7 gulleyên tankê ve hatin topbaran kirin. Di encama van topbaranan de li gundê Zormexar zarokek birîndar bû.

 

Girê Sipî:

Gundên Huşan, Dibis, Seyda, Ebû Nîtona, Kor Hesen, Silêybî, Erîda, Zennûbya û qampa Eyn Îsa bi obus û hawanan hatin topbaran kirin.

 

Eyn Îsa:

Rojhilatê bajar hat topbaran kirin.

 

Minbic:

Gundên Elcamusiyê, Hoşeriyê, El Dendeniya, Korheyuk û El Kewadir bi 16 hawanan hatin topbaran kirin.

 

Tirwaziyê:

Qesra Esma bi obusan hat topbaran kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
28’ê Mijdar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …