Encamên Êrîşên Dagirkeriya Tirk Ên Li Ser Herêmê Di 28’Ê Mijdara 2022’An De

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her cure çekan, ji balafirên şer û balafirên keşfê heta topbarana bi topên giran, hawan û tankan, bedewam dike. Di êeîşên doh de nexweşxaneyek li gundê “Qeremog” a gundewarê bajarê Kobanê hat armanc girtin.

Dagirkeriya Tirk, Ji roja yekê a êrîşa; Ji bo têkbirina ewlekarî û aramiyê li herêmên me, ji komkujî û xisarkirina mal û milkên gel bi awayekî bi zanebûn dike armanc.

Encama êrîşên dagirkeriyê yên saatên dawî ya roja 27ê Mijdarê û herwiha encamên roja 28ê Mijdarê ev in:

27ê Mijdarê;

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundê Şêx Elî  4 caran bi obusan hat topbaran kirin.

Zirgan;

Baregeha çeteyên dagirker ya li gundê Ebdilhey bi 3 obusan hat topbaran kirin.

Herêma Firatê;

Girê Sipî;

Gundên Seyda, Dibis, Xalidiye û Huşan bi hawan û bombeavêjan hatin topbaran kirin.

Eyn Îsa;

Gundê Qitisa 2 caran bi obusan hat topbaran kirin.

Tirwaziye;

Bejahiya bajaroka El Kenterî 5 caran bi obusan hat topbaran kirin.

28ê Mijdarê;

Herêma Efrînê;

Gundên Meyasê, Şewerqa, Tatmaraş, Merenaz, Kiştear, Bêne, Bêlluniyê, Soxaneke, Aqibê, Şêx Îsa, Seddê Şehba, Minnix, Radar û derdora bajaroka Til Rifatê 132 caran bi obusan û 17 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin. Di encama topbarana li ser gundê Aqibê zirarên madî gihişt gundiyan.

Çeteyên dagirker hewldana êrişê xeta gundê Hirbilê bikin. Ev êriş hat têk birin.

Herêma Cizîrê;

Til Temir;

Gundên Gozeliyê, Tewîla, Til Leben, Til Tewil û Um El Kêf ji 20 caran zêdetir bi obusan ve hatin topbaran kirin.

Zirgan;

Gundên Bobî, Niwêhat, Rabîat, Dada Ewdal, Xidrawî, El Esediye, Mehermela û bajaroka Zirganê 48 caran bi obusan hatin topbaran kirin herwiha bi doçkayan hatin gullebaran kirin.

Herêma Firatê;

Kobanê;

Gundên Çarixlî, Zormexar, Ziyaret, Goran, Xirbîsan, Til Ehmed Mûnîr, Qeremox û bajaroka Şiyux Foqanî 10 caran bi hawanan, 20 caran bi obussan û 6 caran jî gulleyên tankê ve hatin topbaran kirin. Li gundê Qeremox nexweşxaneya gund hat hedef girtin.

Minbic;

Gundên Cat, El Kawiklî, Til Hemam, Toxar, Xalidiyê û Hoşeriye 11 caran bi obusan hatin topbaran kirin.

Girê Sipî;

Gundên Dibis, Seyda, Xirbet Beqer û rêya M4 a navdewletî bi hawan û tankan hatin topbaran kirin.

Dronek intîxarî êrişê gundê Til Xan kir.

Tirwaziye;

Bejahiya bajarokên El Kenterî, Zîban û Um El Beramîl 15 caran bi obusan û 7 caran jî bi hawanan hatin topbaran kirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
29’ê Mijdar 2022

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …